Amerîkayê hejmarek rêxistinên Iraqê xist lîsteya terorê

PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio eşkere kir, "Îro Wezareta Karên Derve komên milîs ên nêzîkî Îranê yên wekî Tevgera Nuceyba, Ketayîb Seyîd El-Şuheda, Tevgera Ensarullah El-Ewfiya û Ketayîb Îmam Elî yên Îraqê dixe lîsteya Rêxistinên Terorîst ên Biyanî."
Marco Rubio pêwendiyên nêzîk ên van koman bi Îranê re bibîr xist û got, "Tehran piştgiriyê dide van rêxistinan da ku li seranserê Iraqê êrîşan plan bikin û pêk bînin."
Rubio herwiha da zanîn, Amerîka ji bo parastina berjewendiyên xwe yên ewlehiya neteweyî wê hemû amûran bi kar bîne.
Ev nivîs 87 car hatiye xwendin.




