Ocalan: Pêvajo gihîştiye qonaxa çareseriya hiqûqî

Ocalan: Pêvajo gihîştiye qonaxa çareseriya hiqûqî

PeyamaKurd- Buroya Hiqûqê ya Sedsalê (Asrin) ku parêzeriya Abdullah Ocalan dike, li ser navê wî ragihand ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ango pêvajoya çekdanîna PKKê gihîştiye qonaxa çareseriya hiqûqî û pêwîstiya avakirina zemîneke yasayî bibîr xistiye.

Di daxuyaniya nivîskî ya parêzerên Ocalan de hatiye gotin, parêzeran di 15ê Îlona 2025an de, piştî 6 salan cara yekem serdana Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê kirine û bi muwekîlên xwe Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim, Ergîn Atabey û Mûrat Yamalak re hevdîtin pêk anîne.

Li gorî daxuyaniyê peyamên sereke yên Ocalan wiha ne:

"Birêz Ocalan got; 'Dema ku li merheleya pêvajoya aştî û civaka demokratîk tê nihêrtin, gihiştiye qonaxa çareseriya hiqûqî.' Wî anî ziman ku di pêvajoya sed salan de, gelê Kurd li derveyî hiqûqê hatiye hiştin û ya ku ew dixwazin niha derbas bikin ev 'derhiqûqtî' ye."

Ocalan tekezî li ser projeya xwe ya "komara demokratîk" a di çarçoveya "neteweya demokratîk" de kir û destnîşan kir ku ji bo çareserkirina aliyên siyasî, aborî û çandî yên pirsa Kurd, pêwîstî bi "yasayên serdema navberê" heye.

Ocalan serdana parêzeran a di vê qonaxê de wek "îşareteke vekirina deriyê hiqûqî" nirxandiye û hêviya xwe ya ji bo berdewamiya vê yekê anîye ziman.

Di daxuyaniyê de li ser "mafê hêviyê" ku niha di rojeva Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê de ye hatiye gotin, "Ev yek pirsgirêkeke avadaniyê ya hiqûqa Tirkiyeyê ye û gavên erênî yên di vê mijarê de dê di avakirina hiqûqa demokratîk de bibe gavekî destpêkê."

Ev nivîs 88 car hatiye xwendin.