ENKSê li Rojavayê Kurdistanê nûnertiyeke nû vekir

PeyamaKurd- Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) li devera Koçera ya gundewarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê nûnertiyeke xwe ya nû vekir.
Nûnertiya ENKSê bi merasîma vekirinê ya bi amadebûna endam û kadirên partiyên ENKS û xelkê deverê hate vekirin.
Serokê Xwecihiya Koçera ya ENKSê Reşad Nûrî dema vekirina nûnertiyê got, “Vekirina nivîsgehê ji bo xizmetkirina doza Kurdî ye, herwiha dê çalakiyên xwe li ser bingeha vê armancê bi rê ve bibe, ji bilî wê jî, dê rola ENKSê li ser qada siyasî û civakî bihêz bike.”
Endamê Desteya Serokatiya ENKSê Îbrahîm Xelef jî diyar kir ku vekirina vê nivîsgehê gaveke girîng e, ji bo têkilî û peywendî bihêztir bibin.
Xelef diyar kir ku, ev gav di çarçoveya piştevanîkirina derencamên Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî tê û got, dê kar ji bo xizmeta xelkê deverê bike û çalakiyên rewşnbîrî û civakî pêşkêş bike.
Ev nivîs 124 car hatiye xwendin.




