Hevpeymaniyê hêzên leşkerî yên nû şand Rojava

Hevpeymaniyê hêzên leşkerî yên nû şand Rojava

PeyamaKurd - Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê hêzên leşkerî yên nû şandiye deverên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de li Rojava.

Li gorî agahiyan, karwanek ji 20 kamyonan ku alavên leşkerî û tankerên sotemeniyê hildigirt, ji Deriyê Sînor ê El-Welîd li Herêma Kurdistanê derbas bû û ber bi Baregeha Qesrê ya li parêzgeha Hesekê ya Rojava ve çû.

Doh hêzên Amerîkî li heman baregehê, bi beşdariya HSD, tetbîqatek leşkerî pêk anîn.

Li gorî agahiyan, di tetbîqatê de çekên pêşketî yên nû hatine bikaranîn.

Ev nivîs 65 car hatiye xwendin.