Hewlêr | 16 welat û 280 kompanî beşdarî Pêşengeha Veberhênanê dibin

PeyamaKurd- Li Herêma Kurdistanê, 6emîn Pêşangeha Navneteweyî ya Veberhênanên Xanî û Milk, bi beşdariya 16 welatan û 280 kompaniyan tê lidarxistin.
Berdevkê desteya veberhênanê ya Herêma Kurdistanê Bergeşt Akreyî ragihand ku 6emîn pêşangeha navneteweyî ya veberhênana xanî û milk, di navbera 9 û 12ê îlona 2025an de tê lidarxistin. Ev pêşangeh, weke yek ji mezintirîn pêşangehên Iraqê di warê veberhênana xanî û milk de, tê hesibandin.
Li gor daxuyaniya Bergeşt Akreyî, nêzîkî 280 kompanyayên ji hundir û derveyî welêt, ji 16 welatên cuda, beşdarî vê pêşangehê dibin. Welatên beşdar ev in: Tirkiye, Îran, Sultanîtiya Omanê, Îmarat, Yewnanistan, Qeter, Lubnan, Almanya, Erebistana Siûdî, Çîn, Îtalya û Spanya.
Pêşangeh, ji bo 4 rojan, her roj ji saet 10:00ê sibê heta 6:00ê êvarê vekirî ye.
Berdevkê desteya veberhênanê diyar kir ku ev pêşangeh derfetek baş e ji bo kompanyayên navxweyî û biyanî ji bo îmzekirina bîrnameyên lihevkirinê û peymanên hevbeş. Herwiha, derfetek e jî ji bo wan kompanyayan ku projeyên xwe nîşan bidin, da ku welatî karibin yekeyên niştecîhbûnê di wan projeyan de bikirin.
Akreyî got, yek ji mercên desteya veberhênanê ji bo projeyên veberhênanê bi giştî ew e ku divê rêjeya %75ê derfetên kar ji bo welatiyên navxweyî bin. Pêşangehên wiha, derfetek in jî ji bo wan kesên ku li kar digerin, da ku karibin CVyên xwe pêşkêşî kompanyayên beşdar bikin û derfetên kar ji bo wan peyda bibin.
Ev nivîs 104 car hatiye xwendin.




