Rûsyayê bi moşekên balîstîk û 805 dronan êrîş kir: Avahiya hikûmeta Ukraynayê jî hat lêdan

Rûsyayê bi moşekên balîstîk û 805 dronan êrîş kir: Avahiya hikûmeta Ukraynayê jî hat lêdan

PeyamaKurd- Artêşa Rûsyayê, ji duh bi şev ve bi 13 moşekan, ku 4 ji wan balîstîk in, û 805 wesayîtên hewayî yên bêmirov êrîşî Ûkraynayê kir.

Di êrîşan de 3 kes, ku yek ji wan zarok e, jiyana xwe ji dest dan, herwiha avahiya hikûmetê ya li Kîevê jî bû hedef. Li aliyekî din, dîmenê êrîşa li ser pireke li Dnîpro hate belavkirin.

Serokwezîra Ûkraynayê Yulia Svyrydenko ragihand ku avahiya sereke ya hikûmeta Ûkraynayê ya li paytext Kîevê jî bûye hedef û got, "Cara yekemîn e ku avahiya hikûmetê ji ber êrîşa dijmin zirar dîtiye. Banê wê û qatên wê yên jorîn zirar dîtin. Tîmên rizgarkirinê agir vedimirînin."

Herwiha rayedarên Ukraynî ragihandin ku li paytext Kîevê ji ber êrîşa dronan li avahiyeke 4 qatî ya niştecîhî di du qatan de agir derketiye û beşek ji avahiyê hilweşiyaye, herwiha di êrîşên li seranserê bajêr de 18 kes birîndar bûne. Li gorî daxuyaniya Hêzên Hewayî yên Ûkraynayê, ji 805 dronan ku ji aliyê Rûsyayê ve hatine şandin, 751 û ji 13 moşekan jî 4 hatine xistin.

Ev nivîs 110 car hatiye xwendin.