Senan Ebdullah: Ne ji projeyên stratejîk bûya wê jîngeh, av û hewaya Kurdistanê pir xirab bûya

Senan Ebdullah: Ne ji projeyên stratejîk bûya wê jîngeh, av û hewaya Kurdistanê pir xirab bûya

PeyamaKurd- Berdevkê Desteya Jîngehê ya Herêma Kurdistanê ragihand, Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi rêya hejmarek projeyên stratejîk ên weke dabînkirina elektrîka 24 saetî, avakirina Kembera Kesk û handana ji bo bikaranîna otomobîlên elektrîkî, gavên girîng ji bo parastina jîngehê û rûbirûbûna guherîna keşûhewayê avêtin.

Berdevkê Desteya Jîngehê ya Herêma Kurdistanê Senan Ebdullah got, Kabîneya Nehem bi dirûşma "Parastina Jîngehê Erkeke Niştimanî ye" kar kiriye û projeyên berbiçav ji bo baştirkirina kalîteya hewa û jîngeha Kurdistanê bicih kirine.

Projeya Ronakî

Yek ji projeyên herî girîng û stratejîk ku Senan Ebdullah bal kişand ser, "Projeya Ronakî" bû, ku bi rêya wê elektrîka 24 saetî ji bo zêdetirî 4 milyon welatiyan hatiye dabînkirin. Ebdullah got: "Bi saya vê projeyê, 3 hezar û 200 jeneratorên taybet li seranserê Herêma Kurdistanê hatin vemirandin. Vê yekê tenê, keşûhewayê bajaran bi rêjeya nîvî (50%) paqijtir kiriye."

Herwiha ji K24ê re behsa feydeyên din ên vê pêngavê kiriye û gotiye: "Ji bilî paqijbûna hewayê, dengê bilind ê jeneratoran û gemariya ku ji bermahiyên wan (wek rûn û sotemenî) çêdibû û diherikî nav axê, bi temamî ji holê rabûye. Divê welatî jî rola xwe ya sereke di paqijragirtina jîngehê de bibînin."

Kembera kesk, otomobîlên elektrîkî û projeyên din

Ji bo zêdekirina rêjeya keskatiyê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê dest bi çendîn projeyên girîng kiriye. Berdevkê Desteya Jîngehê diyar kir ku "Kembera Kesk a li derdora bajarê Hewlêrê" yek ji projeyên herî stratejîk e. 

Herwiha got: "Ev proje dê rêjeya keskatiyê li bajêr bilind bike, pileya germê heta astekê kêm bike, weşandina gazên ziyanbexş kêm bike û di heman demê de bandoreke erênî ya aborî û civakî jî çêbike."

Di nav projeyên din de, bexşîna ji baca îtxalata otomobîlên dostên jîngehê (elektrîkî), avakirina gol û bendavan ji bo baştirkirina keşûhewayê, û girtina parzûngehên neyasayî yên ku dibûn sedema gemariyeke mezin, cih digirin.

Pabendbûna bi Peymana Parîsê re

Senan Ebdullah tekez kir, ev hewlên Hikûmeta Herêmê nîşana pabendbûna wê ya bi "Peymana Parîsê" re ye, ku armanca wê kêmkirina weşandina gazên ziyanbexş e û got: "Li gorî rênimayên Desteya Jîngehê, hejmareke mezin ji parzûngehên neyasayî hatin girtin. Yên ku mane jî, divê mercên jîngehî bi cih bînin, eger na ew jî dê werin girtin."

Ebdullah di dawiyê de destnîşan kir, tevî ku raporên navneteweyî nîşan didin ku Iraq di bin bandoreke mezin a guherîna keşûhewayê de ye, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi van projeyan destpêşxerî kiriye û kariye kalîteya keşûhewayê li herêmê baştir bike. Herwiha hişyarî da ku eger ev gav nehatibûna avêtin, dê rewşa jîngeh, av û hewaya Kurdistanê pir xirabtir bûya û dê di asta navneteweyî de jî bandorên neyînî li ser Herêmê çêbûna.

 

Ev nivîs 111 car hatiye xwendin.