Abbas Arakçi bo welatên E3 peyamek belav kir

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Arakçi, di peyamekê de ji bo Brîtanya, Almanya û Fransayê (welatên E3) diyar kir ku Tehran amade ye ji bo peymanek şertî li ser bernameya xwe ya navokî.
Arakçi di axaftina xwe de bi rojnameya The Guardian a li Brîtanyayê re got, "Tehran amade ye ji bo peymanek rastîn ji bo sînordarkirina mîqdara uranyûma dewlemendkirî li tesîsên xwe yên navokî di berdêla rakirina dorpêçên Ewropî yên li ser Îranê de."
Wezîr Arakçi diyar kir ku Tehran her gav ji bo dîplomasiyê vekirî bûye û got, "Ger Ewropa bi rastî çareseriyek dîplomatîk dixwaze, divê gavan bavêje. Ji ber ku ti cîgirek ji bo dîplomasiyê tune."
Wezîr Arakçi îro di "Konferansa Neteweyî ya li ser Kapasîteyên Veberhênanê li Herêmên Azad û Bazirganî yên Îranê" de axivî û got, "Dema ku Washington ji bo danûstandinên adil amade be, Tehran amade ye ku pê re hevdîtinê bike."
Wezîr Arakçi tekez kir ku di şert û mercên beriya şerê 12 rojan de ne mimkûn e ku Tehran vegere ser maseya danûstandinan û got, "Bê guman, wê şêwazên nû, pîvanên nû û avahiyên nû derkevin holê û divê em ji bo van planên taybetî çêbikin."
Mekanîzmaya Snapback
Reuters roja Pêncşemê, 28ê Tebaxa 2025an, bi îşareta çavkaniyên cûrbecûr, ragihand ku Keyaniya Yekbûyî, Almanya û Fransa, ku wekî E3 têne zanîn, Mekanîzmaya Snapback li dijî Îranê çalak kirine.
Hat destnîşankirin ku welatên E3 daxwaz kirin ku Îran di nav 30 rojan de pabendbûna xwe ya bi bernameya xwe ya nukleerî nîşan bide.
Li gorî ajansê, welatên E3 dê hewl bidin ku Îranê razî bikin ku biryara Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî 2231 (2015) dirêj bike.
Welatên E3
E3 têgehek e ji bo sê welatên ku li ser mijarekê nêrînek hevpar heye tê bikaranîn. Keyaniya Yekbûyî, Almanya û Fransa li ser bernameya nukleerî ya Îranê nêrînek hevpar parve dikin.





