Bexda | Çekdarên eşîrî 2 polîsên Iraqê kuştin, 5 jî birîndar kirin

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku li Bexdayê şer û pevçûn çêbûn û du efserên polîsên federal hatin kuştin û 5 karmendên din ên ewlehiyê jî birîndar bûn.
Wezareta Navxwe ya Iraqê ragihand, ji ber nakokiyên eşîretî li herêma Seada ya nêzîkî kargeha gazê ya Resafe ya li Bexdayê şer derketiye û di dema şer de êrîş li ser hêzên ewlehiyê çêbûne.
Hate diyarkirin, di encamê de 2 efserên polîsên federal hatin kuştin û pêncên din jî birîndar bûn.
Herwiha şeş ji çekdarên gule berdane hêzên ewlehiyê hatine girtin û ji bo gumanbarên din operasyoneke lêgerînê hatiye destpêkirin.
Ev nivîs 121 car hatiye xwendin.




