DYA peyama agirbestê ji Hamasê re şand

PeyamaKurd - Tê gotin ku Nûnerê Taybet ê DYAyê yê Rojhilata Navîn Steve Witkoff peyamên derbarê agirbesteke berfireh li Xezzeyê de ji Hamasê re gihandiye.
Di peyaman de tekezî li ser "berdana hemû rehîneyan di berdêla bidawîanîna şer de û vekirîbûna ji bo pêşniyarên ji bo agirbesteke daîmî" hatiye kirin.
Di berdêla vê de, Hamasê vekirîbûna xwe ji bo hemû pêşniyaran, tevî vekişîna tevahî ya hêzên Îsraîlê ji Xezeyê û gihîştina bê şert û merc a alîkariyê, ragihand.
Çavkaniyek ku ji medyaya Amerîkî re axivî ragihand ku Steve Witkoff peyamên derbarê peymana agirbesta berfireh a ji bo Xezeyê de ji Hamasê re gihandiye.
Tê gotin ku di peyamên Witkoff de berdana hemû rehîneyan di berdêla bidawîanîna şerê li Xezeyê de hebû.





