SOHR: Piştî hilweşîna rejîma Esed 8 hezar 180 sivîl li Sûriyê hatine kuştin

SOHR: Piştî hilweşîna rejîma Esed 8 hezar 180 sivîl li Sûriyê hatine kuştin

PeyamaKurd- Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku piştî hilweşîna rejîma Esed heta niha bêhtirî 10 hezar kes li seranserê Sûriyê di encama kiryarên tundûtûjî û şerûpevçûnan de hatine kuştin.

SOHRê di rapora xwe ya dawî de diyar kir, di nav kesên hatine kuştin de 8 hezar û 180 sivîl hene, ji wan 438 zarok û 620 jin in.

Herwiha da zanîn, 3 hezar û 20 rewşên kuştina meydanî jî li ser bingeha nasnameyê hatine encamdan.

SOHRê daxwaz ji aliyên xwecihî û navdewletî kir, ku rêkarên bilez ji bo parastina sivîlan li tevaya Sûriyê bistînin, her weha encmderên tawanan ku bi ser çi aliyan ve bin, werin sizadan û helmetên handana mezhebî werin rawestandin.

Ev nivîs 135 car hatiye xwendin.