Li Çewlîgê otomobîlek qulibî: 5 kes birîndar bûn

Li Çewlîgê otomobîlek qulibî: 5 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li ser rêya navçeya Dara Hênî ya Çewlîgê û Diyarbekirê, nêzî gundê Warê Merge (Yayla) otomobîla ajokar Azad G. kontrol winda kir, qulipî û kete xendekê.

Sîstema banga awarte ya otomatîk tîmên tenduristiyê, agirkujiyê û polîsan agahdar kir.

5 kesên asê di otomobîlê de mabûn hatin rizgarkirin û şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Dara Hênî. Hat ragihandin ku rewşa birîndaran baş e û lêpirsîna li ser qezayê didome.

 

Ev nivîs 95 car hatiye xwendin.