Îro salvegera 8an a Biryara Serxwebûna Kurdistanê ye

Îro salvegera 8an a Biryara Serxwebûna Kurdistanê ye

 

PeyamaKurd – Berî 8 salan, di 7ê Hezîrana 2017an de, civîneke dîrokî ya partiyên Kurdî, bi pêşengiya Serok Mesûd Barzanî, biryareke pîroz da: Lidarxistina Referandûma Serxwebûnê. Ev biryar ne tenê ya kesekî, partiyekê an çend partiyan bû, lê wekî Serok Barzanî gotibû, “Ev îradeya gelê Kurd bû, daxwaza azadiya miletê me bû.”
 
Di dema bangeşeya referandûmê de, Serok Barzanî, bi zimanekî bi coş û bi rûmet, ji girseyan re got:
 
“Jiyana bindestiyê, wendakirina îrade û rûmetê ye. Lê jiyana azad, bihayê wê serxwebûn û şeref e; çêdibe ku mirov ji bo vê yekê canê xwe jî feda bike.”
Van gotinan wekî meşaleyekê dilê serxwebûnxwazên Kurda ronî kir.
Piştî hilweşîna rejîma Be’s, Iraqa nû diviyabû bibûya welatekî hevpar ji bo hemûyan. Lê belê, mafên gelê Kurd hatin binpêkirin, destûr hat paşguhkirin. Birrna mûçeyan û nanê hemwelatiyên Herêma Kurdistanê, nîşana zihniyeta navendparêz û dîktatorî ya Bexdayê bû.
 
Serok Barzanî, di wê demê de, got:
 
“Ev biryara referandûmê ji ber binpêkirina destûrê û redkirina şirîkatiyê ji aliyê Bexdayê ve hatiy standin.”
Wekî Pêşmergeyekî dilsoz û rêberê miletê Kurd, Serok Barzanî, ku komployên dagîrkeran hîs kiribû, erka xwe ya dîrokî girt ser milên xwe. Bi yekdengiya piraniya partiyên Kurdî, di 7ê Hezîrana 2017an de biryar hat dayîn ku Referandûma Serxwebûnê di 25ê Îlona heman salê de bê lidarxistin.
 
Di wê roja pîroz de, 25ê Îlona 2017an, Referandûma Serxwebûnê bi serkeftineke mezin pêk hat. Gelê Kurd, bi %92.7ê dengan, ji Serxwebûnê re got “belê”. Ev encam bû belgeyeke dîrokî, ku heta hetayê dê di dilê Kurdan de bimîne.
 
Îro, piştî 8 salan, komplo û niyetên neyarên mafên gelê Kurd hê jî wekî berê eşkere ne. Lê îradeya gelê Kurd, wekî çiyayên bilind ên Kurdistanê, her tim serbilind û bêrikber e.
 
Ev nivîs 98 car hatiye xwendin.