Devlet Bahçelî ji bo hilweşandina PKKê spasiya Ocalan û DEM Partiyê kir

PeyamaKurd - Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest a Tirkiyê (MHP) Devlet Bahçelî li ser ragihandina biryara hilweşandina PKKê daxuyaniyek belav kir û spasiya Rêberê damezrîner ê PKKê Abdullah Ocalan û DEM Partiyê kir.
Bahçelî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku tovên aştiyî hatine çandin û gul vebûne.
Bahçelî wiha got: “Tovên aştiyê yên ku bi ked, sebir û fedakariyê li her derê welatê Tirk hatine çandin, bi hêvî hatine avdan, di encamê de şax û pel derxistine û gul vekirine.
Heta îro, zehmetiyên ku hatine kişandin, belayen ku hatine dîtin, xwîna pak a şehîdan ku hatiye rijandin, wekî agir ketibe dilên neteweyî jî, ti pêvajoya şikestina siyasî û civakî ya ku bikare yekîtî û biratiya me ya neteweyî ji holê rake an zirar bide, çênebûye.”
Ev nivîs 56 car hatiye xwendin.




