Ji PDK û YNKê daxuyaniya hevbeş: Me li ser yekhelwestiyê li hev kir

Ji PDK û YNKê daxuyaniya hevbeş: Me li ser yekhelwestiyê li hev kir

PeyamaKurd- Piştî civîna Polîtburoyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) ku bi seroktiya Serok Mesûd Barzanî pêk hat, daxuyaniyeke hevbeş hate weşandin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, herdu alî li ser wê yekê li hev kirine ku hemû hewl bên zêdekirin ji bo çareserkirina pirsgirêkan û dabînkirina mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê û hate tekezkirin ku hemû pêngavên pêwîst di çarçoveya destûrê de û bi hevahengiya herdu aliyan bên avêtin.

Di beşeke din a civînê de, xurtkirina pêwendiyên navbera PDK û YNKê hate axaftin, bi armanca derbaskirina astengiyan û parastina qeware û destkeftên Herêma Kurdistanê.

Di heman demê de, PDK û YNK tekezî li ser yekhelwestiya hemû aliyên siyasî yên Kurdistan û Iraqê kirin, da ku di çareserkirina pirsgirêkan de bibin alîkar û piştgir.

Ev nivîs 122 car hatiye xwendin.