Şanda DEM Partîyê ya Îmraliyê hişyarî da: Bawer nekin!

PeyamaKurd- Şanda DEM Partiyê ya Îmraliyê ku hevdîtinan bi Abdullah Ocalan re dike, derbarê hin belge û notên ku wekî ‘notên hevdîtinê’ yên bi Ocalan re li ser medyaya civakî têne belavkirin, daxuyaniyek da û ragihand, ev cure belge spekulatîf in û hatine berevajîkirin.
Di daxuyaniyê de hişyarî hat dayîn û hate gotin, ev demeke hinek derdor li ser medyaya dijîtal notên tên îdiakirin têkildarî hevdîtinên li Girava Îmraliyê ne parve dikin û şîrove dikin.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“Ji bilî yên ku ji aliyê heyeta me ve hatine pêşkêşkirin û vegotin, divê bawerî bi belge û agahiyên ku hatine berovajîkirin, spekulatîf û bi şîroveyên bêbingeh hatine pêşkêşkirin, neyê anîn.”
Her wiha heyetê destnîşan kir ku hewldanên ji bo têkdana baweriyê wekî “hewldanên provokatîf” tên nirxandin.
Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê bal kişand ser wê yekê ku pêvajoyên hestiyar ên wekî aştiya civakî, pêwîstî bi ciddiyet, pêbawerî û nepenîtiyê heye û da zanîn ku ew xebatên xwe li gorî vê prensîbê didomînin.
Herwiha hat diyarkirin ku berevajî îdiayan, hemû hevdîtinên li Girava Îmraliyê bi beşdariya rasterast a heyetê pêk hatine û hişyarî hat dayîn ku "ji bilî daxuyaniyên heyeta me, bawerî bi ti notên hevdîtinê an jî belgeyan neyê kirin."
Ev nivîs 140 car hatiye xwendin.




