Trump, 50 roj wext da Putin: Eger peyman çênebe wê givaşên giran deyne ser Rûsyayê

Trump, 50 roj wext da Putin: Eger peyman çênebe wê givaşên giran deyne ser Rûsyayê

PeyamaKurd - Serokê DYAyê Trump li Koşka Sipî bi sekreterê NATOyê bi Mark Rutte re civîna çapemeniyê li dar xist û serokê Rûsyayê Putin tehdîd kir. Trump got:

“Ez ji Rûsya nerazîme. Xemgînim. Eger bi Ûkrayna re aştiyê neke em ê di nav 50 rojan de gelek givaşên tund deynin ser Rûsyayê û %100 bacên gumrikê yên duyem deynim ser Rûsyayê.

Me îro peymanekî kir ku îro sîlihan bişînin Ûkraynayê. Wê Amerîka hilberîna çekan bike û perê wan wê endamên NATOyê bidin. Em ê çekên herî dijwar bidin Ûkraynayê û îdara wan wê NATO bike. Me bi Rûsyayê re axaftinên dirêj kir lê heya niha tiştekî neguherî. Hêjî Kievê bombe dikin û divê ev bisekine.”

Ev nivîs 75 car hatiye xwendin.