Li Xarpêtê qeza: 1 kes mir û 1 birîndar bû

Li Xarpêtê qeza: 1 kes mir û 1 birîndar bû

PeyamaKurd – Li ser rêya Xarpêtê (Elaziğ) û Meletiyê di encama lêhevketina motorsîkletekî û otomobîlekî kesekî can da û kesekî birîndar bû.

Ajotvanê motorsîkletê A.Ş. li ciyê qezayê can da û ajotvanê otomobîlê R.İ. giran birîndar bû.Liser qezayê tîmên polîs, îtfaiye û tenduristiyê çûn ciyê bûyerê.

Birîndar birin nexweşxanê û cenazê A.Ş. birin morga nexweşxana zankoyê ya Firatê.

Ev nivîs 73 car hatiye xwendin.