Ji Rojava banga Siwêdayê: Hikûmeta Sûriyê hat şermezar kirin

Ji Rojava banga Siwêdayê: Hikûmeta Sûriyê hat şermezar kirin

PeyamaKurd- Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê û Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ku wekî baskê siyasî yê HSDê tê zanîn, li ser şer û pevçûnên parêzgeha Siwêdayê ku heta niha zêditirî 30 kuştî û bi dehan birîndar hene, daxuyanî dan.

Rêveberiya Rojava diyar kir, "Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi fikareke mezin geşedanên li parêzgeha Siwêdayê, êrîşên rasterast û gefên li ser ewlehî û silametiya xelkê wê dişopîne. Tê zanîn ku gelê Sûriyeyê di pêvajoyeke hestiyar re derbas bibe. Gel hêviya bidawîbûna êşa demdirêj dike ku serdemên despotîzmê ferz kirine.”

Rêveberiyê da zanîn, “Careke din em dibêjin, divê li hemberî rûdanan zimanê aqil û berpirsyariyê esas were girtin. Em bang li hemû aliyên kuyekitiya Sûriyeyê û silametiya gelê wê dixwazin, dikin nêzîkatiyên realîst bipejirînin ku xwezaya civaka Sûriyeyê di ber çavan re bigre, û ji bo avakirina modeleke siyasî, demokrasî ya li ser edalet, wekhevî û mafên mirovan be, bixebitin.”

Di daxuyaniya MSDê de jû hat gotin: "Meclîsa Sûriyeya Demokratîk bi fikar û baldarî pêşketinên bilez ên li parêzgeha Siwêdayê dişopîne, ku xetereyên cidî li ser aştiya sivîl û tevna neteweyî nîşan didin, û birîneke nû li laşê Sûriyeyê zêde dikin".

MSDê helwesta hêzên hikumeta veguhêz şermezar kir û got: "Di vê derbarê de, em beşdariya endamên dezgehên hikumeta Sûriyeyê di gurkirina vê pevçûna navxweyî de şermezar dikin. Em vê yekê wekî kiryarek xeternak dibînin, ev kiryar ne gorî prensîb û erkên hikumeteke berpirsyar e. Erkê hikumetê parastina welatiyan û misogerkirina ewlehî û aramiya wan e, ne tevlîbûna pevçûnên ku parçebûnê zêde dikin e. Her destwerdana hikumetê ku tundiyê gur dike an jî dibe sedema kûrkirina parçebûnên civakî binpêkirinek eşkere ya berpirsiyariya dewletê ya li hember gelê xwe ye û welêt dixe nav kaosek din".

MSDê dawiyê jî bang li hemû alîyan li Siwêdayê û seranserê Sûriyeyê kir "tavilê rewşê aram bikin, xweragir bin û li şûna bikaranîna çekan diyaloga avaker bidin pêş.”

Ev nivîs 133 car hatiye xwendin.