Îsraîlê li tankên artêşa Şamê yên diçûn mudaxeleyê Durziyan bikin, xist

Îsraîlê li tankên artêşa Şamê yên diçûn mudaxeleyê Durziyan bikin, xist

PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê li bajarê Suweydayê tankên artêşa Sûriyê yên diçûn mudaleyê Durziyan bikin xist. Wezareta bergiriya Sûriyê ragihand ku di lêdana artêşa Îsraîlê de 18 leşkerên wan hatine kuştin.

Sûriyê dibêje ku tankên wan çûn da mudaxeleya navbera şerê Durizyan û Bedwewiyan bike. Artêşa Îsraîle  (IDF) li ser mijarê ragihand:

“Îro serê siba me tesbîta tankan kir ku diçin ber bi bajarê Suweydayê. Ji bo tank li hedefên xwe nexin, me ji hewa de êrîş kir. Dibû ku ev tank li başûrê Sûriyê ji bo ewlehiya Îsraîlê bibûna talûke. IDF li başûrê Sûriyê îznê nade ku talûkeyekî leşkerî hebe û ji bo ber lê bigre ji destê me çi were em ê bikin. Em pêşdeçûnên li herêmê dişopînin.”

Ev nivîs 94 car hatiye xwendin.