Di dawetê de li hev xistin: Muxtar û kurê wî hatin kuştin

Di dawetê de li hev xistin: Muxtar û kurê wî hatin kuştin

PeyamaKurd – Li bajarê Yozgatê li navça Sarıkaya di dawetekî de pevçûn derket û di encamê de muxtarê gund Yalçın Akdemir û kurê wî Ahmet Akdemir hatin kuştin.

Li gor agahiyan; li navça Sarıkaya li gundê Bağlıca muxtar û kurê wî diçin dawetekî û di navbera wan û hinek kesên din de bi taybetî yê bi navê R.G. de nexweşîn hebû û di dawetê de leqayê hev tên. Piştî munaqeşa navbera wan, R.G. bi demançê li muxtar û kurê wî dixe. Muxtar û kurê wî li ciyê bûyerê can didin û birîndarê bi navê K.A. dibin nexweşxana dewletê ya Sorgunê.

Ev nivîs 53 car hatiye xwendin.