Dadgehê biryara berdana Ahmet Ozer da, lê nayê tehlîyekirin

PeyamaKurd- Şaredarê Navçeya Esenyurt a Stenbolê, Prof. Dr. Ahmet Ozer ku hatibû girtin, îro 14ê Tîrmehê ji doza tohmeta lihevkirina bajêr û “endamtiya rêxistina terorê ya çekdar PKK/KCKê” hate tehlîyekirin, lê belê Ozer ji girtîgehê nayê berdan.
Rûniştina ku diviyabû li Dadgeha Cezayê Giran a 14an a Stenbolê bihata lidarxistin, ji ber ku salonê têr nekir, li salona hejmar 1 a Dadgeha Silivriyê hat kirin. Ahmet Ozer, parêzerên wî û gelek endamên CHPê beşdarî danişînê bûn.
Dozger xwest ku girtina wî berdewam bike, lê dadgehê derbarê Ahmet Ozer de biryara berdanê da.
Hate zanîn ku Ozer ji doza “Sûcên Darayî” wê li Girtîgeha Silivriyê girtî bimîne.
Ozer di parastina xwe de got, ew 9 meh in girtî ye, bi tohmetên derew hatiye girtin, wî û parêzerên wî îdiayên şahid û şahidên veşartî jî pûç kirine.
Hêjayî gotinê ye Akademisyen Ahmet Ozer ê ku bi xwe Kurdekî ji bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê ye, di pêvajoya çareseriyê ya sala 2013an de cî digirt û danûstandinên wê ligel Abdullah Ocalan jî hebûn.
Ev nivîs 125 car hatiye xwendin.




