Wezîrên Ewropî ji bo bacên Trump civiyan: Ev qedexeya rastîn a bazirganî ye

PeyamaKurd- Wezîrên welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) li ser bacên bilind ên ku Amerîka dixwaze li ser berhemên Ewropayê bisepîne civiyan.
Endamê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê yê Berpirsê Bazirganiyê Maros Sefcovic diyar kir ku rêjeya ji sedî 30 yan jî zêdetir a bacan, dê bibe qedexeyeke rastîn a bazirganiyê û bandoreke mezin li zincîra dabînkirinê ya transatlantîk bike.
Di civînê de, welatên YEyê tedbîrên tolhildanê yên li dijî Amerîkayê jî gotûbêj kirin, ku ji bo bersivdana bandorên van bacên muhtemel amadekarî bên kirin.
Sefcovic da zanîn ku ew di danûstandinên bi hevkarên Amerîkî re nêzî lihevkirinekê bûn, lê nameya bacê ya ku ji aliyê Serokê Amerîkayê Trump ve hat şandin, ew hêvîşikestî kir.
Tevî vê yekê, hêvî hat xwestin ku danûstandin bidomin, ji ber ku çareseriyeke bi rêya dîplomasiyê, ji aloziyeke bazirganî ya ku piştî 1ê Tebaxê derkeve holê, çêtir e.
Di hevdîtinê de, wezîrên welatên endamên YEyê nerazîbûnên xwe anîn ziman. Wezîrê Derve yê Danîmarkayê Lars Lokke Rasmussen got ku YE naxwaze şerekî bazirganî bi Amerîkayê re bike, lê divê hêza xwe jî nîşan bide.
Alîkarê Wezîrê Derve û Bazirganiya Derve yê Macarîstanê Levente Magyar Komîsyona Yekîtiya Ewropayê rexne kir û got ku Komîsyon nekarîbû bi taktîkên danûstandinê yên tund ên Amerîkayê re serederiyê bike.
Ev nivîs 111 car hatiye xwendin.




