Li mala pîrûkalan a li Amerîkayê şewat: 9 mirî, 30 birîndar

Li mala pîrûkalan a li Amerîkayê şewat: 9 mirî, 30 birîndar

PeyamaKurd- Li bajarê Fall River ê Massachusetts a Amerîkayê, li mala lênêrîna pîrûkalan a Gabriel House, şewatek derket.

Hate ragihandin ku di encama şewatê de 9 kesan can da û herî kêm 30 kes jî birîndar bûn. Di nav birîndaran de gelek xebatkarên agirkujiyê jî hene.

Serokê Agirkujiya Fall River Jeffrey Bacon, diyar kir ku şeva borî li wê derê trajediyek mezin rû daye. Sedema şewatê hê nehatiye zanîn û lêpirsîneke berfireh hatiye destpêkirin da ku bûyer were ronîkirin.

Ev nivîs 106 car hatiye xwendin.