Mesrûr Barzanî serdana projeya pevgirêdana Hewlêr-Silêmaniyê kir

Mesrûr Barzanî serdana projeya pevgirêdana Hewlêr-Silêmaniyê kir

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 12ê Gulanê serdana projeya daulî ya benderê Gomespan - Simaqoliyê ya ku parêzgehên Hewlêr û Silêmaniyê bihev girê dide kir.

Mesrûr Barzanî, destxweşî li serperişt û endazyar û karkerên kompaniya bicihanînê (Hêmin Group) kir, ji bo bicihanîna wê projeyê bi rengekî baş û pîşeyî û li dû şert û rênimayan.

Projeya dualî ya Benderê Gomespan - Simaqoliyê li nêzî projeya bendava Gomespanê ye û cadeyên derdora wê bendavê jî vedigire, dirêjiya wê 22 kîlometre ye û biryar e heta dawiya îsal bê temamkirin.

Ev nivîs 49 car hatiye xwendin.