Nêçîrvan Barzani û Joni Ernst: "DAIŞ hîn jî gefek rastîn e"

Nêçîrvan Barzani û Joni Ernst: "DAIŞ hîn jî gefek rastîn e"

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzani û endama Komîteya Xizmetên Çekdarî ya Senatoya Amerîkayê Joni Ernst tekez kirin ku rêxistina terorîst a DAIŞê hîn jî gefek rastîn li ser ewlehî û aramiya Iraq û Sûriyeyê çêdike.

Li gorî daxuyaniyek ji aliyê Serokatiya Herêma Kurdistanê ve hatî weşandin, Nêçîrvan Barzani îro piştî nîvro (24ê Tebaxa 2025) pêşwaziya Senatora Amerîkî Joni Ernst, endama Komîteya Xizmetên Çekdarî ya Meclisa Nûneran û şandeya pê re kir.

Di hevdîtinê de, piştgiriya Amerîkayê ji bo aştî û aramiya li Iraqê, rewşa ewlehiyê ya li Iraq û Herêma Kurdistanê, gefa DAIŞê li Iraq û Sûriyeyê û pêşketinên dawî yên li Rojhilata Navîn hatin nîqaşkirin.

Girîngiya hevkariya bi Amerîka û Herêma Kurdistana Iraqê re ji bo misogerkirina aştî û aramiya welêt û ji bo pêşîgirtina li kiryarên rêxistina terorîst a DAIŞê ku hîn jî gefek rastîn li ser ewlehî û aramiya li Iraq û Sûriyeyê çêdike, hate tekezkirin.

Nêçîrvan Barzani spasiya xwe ji Amerîkayê re ji bo piştgiriya wê ya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê di şerê li dijî gefa terorê de anî ziman.

Joni Ernst tekezî li ser pabendbûn û piştgiriya Amerîkayê ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê û herwiha pêwîstî û girîngiya aştî û aramiya navxweyî li Herêma Kurdistanê û herwiha hevgirtin û yekrêziya hêz û partiyên siyasî kir.

Ev nivîs 62 car hatiye xwendin.