Fransa xwest balyoza Îtalyayê here wezareta karên derve ya Fransayê

Fransa xwest balyoza Îtalyayê here wezareta karên derve ya Fransayê

PeyamaKurd – Cîgirê serokwezîra Îtalyayê Matteo Salvini ji ber rexneyên tund li serokê Fransayê Emmanuel Macron kir, wezareta karên derve ya Fransayê gazî balyoza Îtalyayê ya li Parîsê kir da here wezaretê. Fransa ji bo daxwuyaniyên Salvini got ku gotinên wî nayên qebûlkrin.

Cîgirê serokwezîrê Îtalyayê ji bo serokê Fransayê Macron gotibû:

“Tu jî dikarî li vê trênê siwar bibî. Eger dixwazî, dikarî rakî tiving û mîxfera xwe û herî Ûkraynayê.”

Lewra wezareta karên derve ya Fransayê bangî balyoza Îtalyayê Emanuela D'Alessandro kir da here wezaretê.

Macron û cîgirê serokwezîra Îtalyayê Salvini li ser pêvajoya şerê li Ûkraynayê li hev nakin.

Ev nivîs 100 car hatiye xwendin.