Zelenskî: Divê Rûsya ji ber şerê daye destpêkirin neyê xelatkirin

PeyamaKurd- Serokê Ukraynayê Volodîmîr Zelenskî beriya ku li Koşka Spî bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re bicive, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da. Zelenskî di daxuyaniya xwe de anî ziman ku Rûsya bi qestî sivîlan dikuje, bi taybetî zarokan, û binesaziya sivîl li bajarên mîna Kharkiv, Zaporizhzhia, herêma Sumy û Odesa hilweşîne. Zelenskî herwiha destnîşan kir ku 7 kes di êrîşa asmanî ya li ser Kharkiv de hatine kuştin, 3 kes di êrîşa moşekî ya li ser Zaporizhzhia de jiyana xwe ji dest dane û 20 kes jî birîndar bûne.
Zelenskî got ku êrîşa moşekî ya Rûsyayê ya li ser binesaziyeke sivîl a li Odesayê, ku girêdayî şîrketa Azerbaycanê ye, bi qestî bû û tekez kir ku ev êrîş tenê li dijî Ukraynayê nebû, di heman demê de li dijî pêwendî û ewlehiya enerjiyê ya herêmê jî bû. Li gorî Zelenskî, makîneya şer a Rûsyayê bi her awayî berdewam dike jiyanê hilweşîne.
Serokê Ukraynayê di dawiya daxuyaniya xwe de destnîşan kir, "Pûtîn dê komkujiyan pêk bîne da ku zexta li ser Ukrayna û Ewropayê bidomîne û hewldanên dîplomatîk têk bibe. Ji ber vê yekê Rûsya ji ber beşdarbûna xwe ya di vî şerî de divê neyê xelatkirin. Divê şer bi dawî bibe. Û ya ku divê bêje 'bes e', Moskowa ye."
Ev nivîs 71 car hatiye xwendin.




