Teqîna Helebê: Kesê xwe teqand bengiyê madeyên hişbir bû

Teqîna Helebê: Kesê xwe teqand bengiyê madeyên hişbir bû

PeyamaKurd- Wezareta Navxwe ya Sûriyê hûrgiliyên teqîna şevê din a li Helebê eşkere kir û nasnameya kesê xwe teqandiye diyar kir.

Li gorî Berdevkê Wezaretê Nûredîn El-Baba, piştî lêkolînan diyar bû ku kesê teqîna taxa Miyeser, bikarhênerê madeyên hişbir û tometbarekî berê ye.

El-Baba da zanîn, bi sedema kêşeyekê li gel hevjîna xwe, wî kesî bombeyekê xwe teqandiye.

Hêjayî bibîrxistinê ye, şeva borî teqînek li taxa Miyeser a Helebê çêbû û hatibû ragihandin ku kesekî xwekuj li ber firneyekê xwe teqandiye.

 

Ev nivîs 102 car hatiye xwendin.