Trump civînek li Qesra Spî li ser 'Xezzeya Bê Hamas' li dar xist

PeyamaKurd - Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump li Qesra Spî bi şêwirmendên xwe re li ser pêşeroja Xezzeyê civînek li dar xist. Tê gotin ku di civînê de mijarên wekî "ji nû ve avakirina Xezzeyê piştî şer", "rewşa siyasî ya herêmê" û "Xezzeya Bê Hamas" hatine nîqaşkirin.
Li gorî raporên medyaya Amerîkî yên ku ji çavkaniyên Qesra Spî vedibêjin, Nûnerê Taybet ê Trump ê Rojhilata Navîn Steve Witkoff, zavayê wî û Şêwirmendê berê yê Qesra Spî Jared Kushner, Wezîrê Derve û Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî yê Amerîkayê Marco Rubio û herwiha Serokwezîrê berê yê Brîtanyayê Tony Blair beşdarî civînê bûne.
Her çend Qesra Spî bi fermî daxuyaniyek li ser naveroka civînê belav nekiribe jî, medyaya Amerîkî ragihand ku gelek mijar, di nav de "ji nû ve avakirina Xezzeyê piştî şer" û "rewşa siyasî ya herêmê", hatine nîqaşkirin.
Herwiha hat ragihandin ku senaryoyên gengaz ên di derbarê "Xezzeya bê Hamas" de hatine nîqaşkirin.





