Simaqa Kurdistanê hinardeyî Tirkiyê tê kirin

Simaqa Kurdistanê hinardeyî Tirkiyê tê kirin

PeyamaKurd- Hate diyarkirin ku Herêma Kurdistanê îsal di berhemanîna simaqê de, pêşketineke berçav tomar kiriye û weke "zêra sor" tê binavkirin. Rêjeya hilberîna simaqê li gorî sala borî ji sedî 20 zêde bûye.

Rêveberê Giştî yê Çandinî yê Duhokê Ehmed Cemîl ragihand, rûbera zeviyên ku bi simaqê hatine çandin gihîştiye 12 hezar û 550 doniman.

Cemîl diyar kir ku tê pêşbînîkirin îsal tevahî berhema simaqê bigihîje 7 hezar û 480 tonan ku ev jî li gorî sala borî %20 zêdebûnekê nîşan dide. 

Li Herêma Kurdistanê sê cureyên sereke yên simaqê têne berhemanîn: simaqê spî, sor û Balikî.  Simaqê Spî, bihayê wê ji bo her kîloyekê digihîje nêzîkî 7 hezar dînaran. Simaqê Sor, bihayê wê nêzîkî 5 hezar dînaran e û simaqê balikî jî bihayê wê di navbera 5 hezar û 500 heta 6 hezar dînaran de ye.

Ev bihayên baş li bazarên herêmê, dibin sedem ku cotkar zêdetir girîngiyê bidin çandiniya simaqê.

Ahmed Cemîl eşkere kir ku heta niha Herêma Kurdistanê 665 ton simaq hinardeyî Tirkiyeyê kiriye. Ev jî nîşaneya daxwaziya zêde ya li ser simaqa Kurdî li bazarên navneteweyî ye. 

Herwiha destnîşan kir ku li Akrê kargehek heye ku simaqê berhem tîne û hinardeyî derveyî Kurdistanê dike, ku ev yek ji bo geşkirina aboriya herêmê gaveke girîng e.

Ev nivîs 93 car hatiye xwendin.