Şanda bazirganî ya Amerîkî serdana Hewlêrê dike

PeyamaKurd- Cîgirê Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziya Hewlêrê Kameran Selah Bacgir eşkere kir ku şandeke ji karsaz û kompaniyên Amerîkî wê di meha Îlonê de serdana Hewlêrê bike.
Selah daye zanîn, "Biryar hatiye dayîn ku hejmarek ji şirket, bazirgan û karsazên Amerîkî dê meha bê serdana Hewlêrê bikin. Şande wê ji sektorên cuda yên aborî, bazirganî û veberhênanê pêk bê.’’
Li gorî nûçeya BasNewsê Kameran Selah diyar kiriye: "Di destpêka vê mehê de, serokê nû yê yekîneya aborî ya li Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê serdana me kir û ji me re got ku meha bê, şandeyek ji karsaz û şîrketên Amerîkî dê serdana Hewlêrê bike, ji ber ku ew bawer dikin ku Hewlêr navenda aborî û bazirganî ya Iraqê hemû yê.’’
Kameran Selah Bacgir daye xuyakirin: "Em dixwazin têkiliyên bazirganî û danûstandinên di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Herêma Kurdistanê de zêde bikin û bêtir şîrket û veberhênerên Amerîkî werin Herêma Kurdistanê û şandeyên me beşdarî pêşangeh û çalakiyên bazirganî yên li Dewletên Yekbûyî bibin.’’
Li gorî amarên Wezareta Bazirganiyê, 178 kompaniyên Amerîkî li Herêma Kurdistanê kar dikin.
Ev nivîs 86 car hatiye xwendin.




