The National: Amerîka ji bo şerê HSD û Şamê çênebe kete dewrê

PeyamaKurd- Weşana The National a Amerîkî, li ser rewşa dawî û nakokiyên navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û deshilata Şamê raporeke berfireh belav kir.
Di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta Şamê de alozî zêde bûne, lewma rêveberiya Amerîkayê ji bo rêgirtina li şerekî berfireh, hewldanên xwe yên dîplomatîk zêde kiriye. Li gorî nûçeya kovara The National, siyasetmedarên Kurd û Amerîkî hevdîtin kirine û tê payîn ku di rojên pêş de Îlham Ehmed bi pêşniyarên nû biçe Şamê. Ev pêşniyar ji bo çareserkirina nakokiya li ser îsrara Şamê ya ji bo belavkirina HSDê û daxwaza HSDê ya ji bo xweseriyê ne.
Amerîka ji bo kêmkirina aloziya HSD-Şamê kete dewrê
Li gorî weşana The National a Amerîkî, rêveberiya Washingtonê hewldanên xwe yên dîplomatîk zêde kirine da ku nakokiyên di navbera desthilata nû ya Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de çareser bike. Çavkanî dibêjin, ev hewldan ji bo rêgirtina li şerekî berfireh e, ku tundî di van demên dawî de di navbera her du aliyan de zêde bûye.
Tundî û nakokî zêde bûn
Di 72 saetên dawî de, rayedarên Sûriyeyê ragihandine ku hêzên ewlehiyê dest danîne ser roketavêj û çekên ku dihat îdiakirin ji bo herêmên di bin kontrola HSDê de dihatin şandin. Şamê herwiha îdia kir ku wan hewldaneke HSDê ya ji bo derbasbûna yek ji eniyên li parêzgeha Dêrezorê têk biriye, lê HSDê ev îdia red kir.
Balafirên şer ên Tirkiyeyê jî li ser eniyeke din a li aliyê Çemê Feratê pêgehên HSDê bombebaran kirin. Di nûçeyê de tê gotin ku Tirkiye piştgira sereke ya hikûmeta niha ya Şamê ye.
Hewldanên dîplomatîk û pêşniyarên nû
Li gorî çavkaniyan, nêzîkatiya nû ya Amerîkayê ew e ku zexta li ser Kurdan kêm bike. Herwiha Washingtonê pêşniyarên nû pêşkêş kirine da ku nakokiya li ser israra hikûmetê ya ji bo belavkirina HSDê çareser bike.
Çavkaniyekî ji Washingtonê gotiye, "Wezareta Karên Derve deriyên xwe li ber Kurdan girtibû. Niha ew dîsa vekirî ne."
Îlham Ehmed bi qêşniyarên nû diçe Şamê
Dîplomatekî li Emanê, paytexta Urdunê, ji The Nationalê re axivî û da xuyakirin ku Îlham Ehmed, siyasetmedara payebilind a Kurd, li Emanê bi du endamên komîteyên têkiliyên derve yên Senato û Meclisa Nûneran a Amerîkayê re civiya. Scott Bolz, dîplomatekî payebilind ê Amerîkayî ku dosyeya Kurdan bi rê ve dibe, jî beşdarî vê hevdîtinê bû.
HSD beşeke mezin a rojhilatê Sûriyeyê kontrol dike ku piraniya petrol, gaz, genim û kelûpelên din ên Sûriyeyê li wir tên hilberandin. Vegerandina van herêman ji bo Ehmed Şer girîng e da ku rewşa xwe xurt bike.
Peymana ku di Adarê de ji bo entegrekirina HSDê di nav dewleta nû de hatibû îmzekirin, ji ber daxwaza Şamê ya ji bo belavkirina HSDê rawestiyaye. Lê belê, Amerîkayê pêşniyar kiriye ku HSD bi awayekî qismî tevlî artêşa nû ya Sûriyeyê bibe.
Dîplomatekî got, ev tê wateya ku Ehmed Şer dê bigihîje armanca xwe, lê di heman demê de Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî jî dê beşeke baş a HSDê di destê xwe de bihêle.
Çavkaniyan gotin ku piştî bûyerên li Siwêdayê, HSD zêdetir israr dike ku ew ê belav nebe. Tê gotin ku Îlham Ehmed jî yek ji wan kesan e ku helwesta wan piştî bûyerên Siwêdayê bihêztir bûye. Di civîneke bi rojnamevanên Ereb re, Ehmed Şer helwesteke tund parastibû û îhtimala sîstemeke nenavendî red kiribû.
Ev nivîs 113 car hatiye xwendin.




