Rejîma Îranê bi hinceta ku şal û şapikên Kurdî li xwe kirine, 58 Kurdistanî mehkûm kirin

PeyamaKurd – Dezgeha Dadweriyê ya rejîma Komara Îslamî ya Îranê di biryareke nû de ku zextên li ser nasnameya çandî ya Kurdan nîşan dide, 58 Kurdistaniyên ji bajarên Pîranşar, Mehabad û Bokanê mehkûm kirin.
Li gorî rapora ku Saziya Mafê Mirov a Hengawê roja Çarşemê, 3yê Îlona 2025an, belav kiriye, her yek ji van welatiyan bi 3 meh cezayê girtîgehê û dayîna 24 milyon Tumen (nêzîkî 5,700 dolarên Amerîkî) hatine mehkûmkirin
Sedema sereke ya vê cezakirinê, lixwekirina wan a cil û bergên Kurdî ye. Hate ragihandin ku wêneyekî ji dawetekê ku tê de ev kes bi cilên Kurdî û bi taybetî bi kefiya belek a Kurdî xuya dikin, wekî delîla sereke ji bo tawanbarkirina wan hatiye bikaranîn.
Ev biryar di demekê de ye tê ku Sipahê Pasdaran di Sibata 2022yan de "Kefiya Belek a Kurdî" wekî sembola partiyên Kurdî yên dijberê rejîmê bi nav kiribû û bikaranîna wê bi taybetî di merasimên Newrozê de qedexe kiribû.
Di nav wan kesan de ku hatine cezakirin de, endamên malbatên qurbaniyên xwepêşandanên "Jin, Jiyan, Azadî"yê jî hene. Kesên wekî Hesen Ferasetî Şad, Mihemed Deroftade û Hesen Deroftade, ku xizmên şehîdên tevgerê Emîr Ferasetî Şad û Komar Deroftade ne, di lîsteyê de derbas dibin. Ev yek nîşan dide ku zext ne tenê li ser çalakvanan, lê herweha li ser malbatên wan û sembolên çandî jî berdewam dike.
Ev nivîs 109 car hatiye xwendin.




