Bêrûd | Balyoza Fînlandiyayê bi rêvebirên Rojavayê Kurdistanê re civiya

PeyamaKurd – Di çarçoveya hewldanên xwe yên dîplomatîk de, rayedarên Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê li paytexta Libnanê, Bêrûdê, bi Balyoza Fînlandiyayê re hevdîtinek pêk anî. Di civînê de geşedanên siyasî û ewlekarî yên dawî yên li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê hatin nirxandin.
Cîgirê Hevserokatiya Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser, Bedran Çiya Kurd, duh, roja Çarşemê bi Balyoza Fînlandiyayê ya li Bêrûdê, Anne Meskanen re civiya. Li gorî agahiyan, di hevdîtinê de ku Nûnerê Rêveberiya Xweser ê li Lubnanê, Ebdulselam Ehmed, jî amade bû, bi taybetî rewşa li Rojavayê Kurdistanê hate nirxandin.
Bedran Çiya Kurd di axaftina xwe de bal kişand ser giringiya avakirina diyalogeke siyasî ya nîştimanî ku hemû aliyên Sûriyeyê tê de cih bigirin. Wî her wiha tekezî li ser pêwîstiya amadekirina destûreke nû kir ku maf û daxwazên hemû pêkhateyan misoger bike. Çiya Kurd got ku ji bo aştiyeke mayînde, divê têkoşîna li dijî terora DAIŞê bê navber bidome.
Ji aliyê xwe ve, Balyoz Anne Meskanenê hevdîtin wek "sûdmend û erênî" bi nav kir û da zanîn ku welatê wê Fînlandiya geşedanên li herêmê ji nêz ve dişopîne û giringiyê dide aramiyê.
Ev hevdîtin wek beşek ji zincîra hewldanên Rêveberiya Xweser tê dîtin ku bi civaka navneteweyî re, bi taybetî bi welatên Ewropî re, têkiliyên xwe xurt bike.
Her çend heta niha bi awayekî fermî nehatiye naskirin jî, Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê di mijarên wekî şerê li dijî terorê, çareseriya siyasî û krîza mirovî de bi gelek dewletan re di nava diyalogê de ye.
Ev nivîs 106 car hatiye xwendin.




