Li bajarê Îstenbolê dozgerekî hat kuştin

Li bajarê Îstenbolê dozgerekî hat kuştin

PeyamaKurd –  Li bajarê Îstenbolê qirika dozgerekî komarê jêkirin û li ciyê bûyerê can da. Dozgerê bi navê Ercan Kayhan (58) li navça Çekmeköyê li Ömerliyê di wexta li xwaringehekî de xwarin dixwar, seet di 21.15an de ji aliyê dijminê xwe de hat kuştin.

Kujerê dozger Mustafa Can Güle (19) û bi kêrê êrîşê dozger kiriye û gewriya wî jê kiriye. Dozger li Saraya Edliya Îstenbolê kar dikir.

Piştî polîs û tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê, dîtin ku dozger Kayhan can daye û polîs kujer Güle girt. Li ser bûyerê parêzgeha Îstenbolê daxwuyanî da û got:

“Dozgerê me Ercan Kayhan li Saraya Edliya Çağlayanê wezîfe dikir û li Çekmeköyê di xwaringehekî de, di encama êrîşa bi kêrê de can daye. Kujer Mustafa Can Gül li ciyê bûyerê hatiye girtin. Lêpirsîna li ser bûyerê destpêkiriye. Serê malbata wî, hezkiroxên wî û temamê darazê sax be.”

Ev nivîs 113 car hatiye xwendin.