Fermandarê CENTCOMê Cooper, bi fermandarê HSDê Mazlum Abdî re hevdîtin kir

PeyamaKurd – Fermandarê Hêzên Navendî yê DYAyê (CENTCOM) Oramiral Brad Cooper, bi fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk bi Mazlûm Abdî re civiya. Di hevdîtinê de li ser diyaloga bi Şamê re û pêşdeçûnên dawiyê axifîn. Di hevdîtinê de Oramiral Cooper ragihandiye:
“Desteka Amerîkayê ya ji bo HSDê ya xebatên li hemberê terorê, ewlehiya kampan û parastina zîndanên IŞİDê dewam dike.”
Di hevdîtinê de pêşdeçûnên diyaloga navbera Rojava û Sûriyê yek ji mijara wan bû. Mazlûm Abdî ragihand ku bi xwurtî dixwazin pêvajoya hevdîtinan dewam bikin û Peymana 10ê Adarê bicîh bînin.
Mazlûm Abdî her weha behsa pêdiviya xebata bi Şamê re kir û got ku divê gavên baweriyê û teşwîqê bên avêtin.
Ev nivîs 78 car hatiye xwendin.




