Li Iraqê 3 DAIŞî hatin girtin
PeyamaKurd- Dezgeha Îstîxbaratê ya Iraqê ragihand ku bi hevkariya hêzên ewlekariyê ya parêzgeha Enbarê li sînorê parêzgehê rêze operasyon hatine lidarxistin û di encamê de 3 çekdarên DAIŞê hatine girtin.
Hate diyarkirin ku çekdarên hatine girtin beşdarî gelek êrîşên li dijî hêzên ewlehiyê bûne û li gorî madeya 4an a terorê lêgerîna wan dihat kirin.
Hêjayî gotinê ye ku hê jî çekdarên DAIŞê li gelek deverên Iraqê yên valahiya ewlehiyê hene û car car êrîşî hêzên ewlehiyê û welatiyan dikin.
Ev nivîs 107 car hatiye xwendin.