Artêşa Îsraîlê ber li 2 İHAyên Hûsiyên Yemenê girt

Artêşa Îsraîlê ber li 2 İHAyên Hûsiyên Yemenê girt

PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê ragihand ku 2 İHAyên ji aliyê Hûsiyên Yemenê de avêtine ser Îsraîlê, bê ku zengilê hawarê lê bide ber li wan girtine û wan îmha kirine.

Her çendîn behsa hûrahiya mijarê nehat kirin jî, İHAyekî dema di ser Misrê de davêjin Îsraîlê, artêşa Îsraîlê wê İHAyê li ser Sînayê îmha dike. Ya din jî berya bigihê axa Îsraîlê îmha kirine.

Li gor ragihandina Kanala 12 ya Îsraîlê; her dû İHA bê zerarê bidin mal û can hatine îmhakirin.

Hûsiyên Yemenê piştî êrîşa Îsraîlê ya ser civîna hukumeta Husiyan ku tê de serokwezîrê Hûsiyan Ahmed Galib er-Rehawî û 9 wezîrên wan di 28ê Tebaxê de hatibûn kuştin, Hûsî gotibûn ku wê êrîşên xwe yên ser Îsraîlê zêde bikin.

Ev nivîs 70 car hatiye xwendin.