Rojava | Fermandarê CENTCOMê serdana Kampa Holê kir

PeyamaKurd - Fermandarê CENTCOMê General Charles Brad Cooper serdana Kampa Holê kir. Cooper kampê kontrol kir û li ser xurtkirina hevkariya ewlehiyê û rewşa mirovî nîqaş kir.
Hevseroka Rêveberiya Kampa Holê, ragihand ku General Charles Brad Cooper ê Fermandariya Navendî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (CENTCOM)
Cîhan Hanan serdana Kampa Holê kir da ku rewşa li kampê nîqaş bike û hevkariya ji bo parastina wê xurt bike.
Cîhan diyar kir ku hevrêziya navneteweyî ji bo misogerkirina ewlehiya niştecihên kampê û pêşîgirtina li gefên potansiyel di nav kampê de pir girîng e.
Li kampê, ku malbatên terorîstên DAIŞê lê dijîn, pirsgirêkên ewlehî û mirovî berdewam dikin.
Rêveberiya Xweser a Rojava gelek caran daxwaza çareseriyek mayînde ji bo kampê kiriye.





