Mesrûr Barzanî bi Fexrî Kerîm re pirsgirêkên navbera Bexda-Hewlêrê gotûbêj kir

Mesrûr Barzanî bi Fexrî Kerîm re pirsgirêkên navbera Bexda-Hewlêrê gotûbêj kir

PeyamaKurd- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokê Dezgeha Medayê ya Ragihandin, Rewşenbîrî û Hunerî Fexrî Kerîm îro 4ê Îlonê li Hewlêrê civiyan.

Hate ragihandin ku herdu aliyan rewşa giştî ya Iraqê û girîngiya çareserkirina pirsgirêkên Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal li ser bingeha destûrê nîqaş kirin.

Li gorî daxuyaniya piştî hevdîtinê, Serokwezîr Barzanî û Fexrî Kerîm rewşa giştî ya Iraqê û girîngiya çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de li ser bingeha destûrê, rêzgirtina li qewareya federal a Herêma Kurdistanê û misogerkirina mafên darayî yên xelkê Kurdistanê hatin nîqaşkirin.

Ev nivîs 113 car hatiye xwendin.