CENTCOM: “Herêma Kurdistanê li herêmê hevkarekî me yê mifteye”

PeyamaKurd – Fermandarê Hêzên Navendî yê Amerîkayê (CENTCOM) Oramiral Brad Cooper, li Herêma Kurdistanê li payîtext Erbîlê bi serokê Herêma Kurdistanê bi Nêçîrvan Barzanî û bi serokwezîr Mesrûr Barzanî re hevdîtin kir. Di hevdîtinan de behsa desteka ji bo Pêşmerge û şerê li dijî DEAŞê hat kirin.
Li gor ragihandina fermî ya di ser hesabê CENTCOMê Xê de ku hat kirin; di hevdîtinê de li ser ewlehiya herêmê, şerê li dijî DEAŞê û girîngiya desteka ji bo Pêşmerge ragihandiye. Di peyamê de Oramiral Cooper behsa rola Kurdistanê kiriye û weha gotiye:
“Herêma Kurdistanê di herêmê de hevkarekî mifteyî û ortaxê DYA ye. Em bi biryarin ku ewlehî û îstîqrara hevkarên me yên vê derê destek bikin.”
Ev nivîs 79 car hatiye xwendin.




