Li Ganayê di şerê du qebîleyan de jimara kuştiyan bû 31 kes

PeyamaKurd – Li Afrîka li welatê Ganayê li bajarê Savannahê ji 24ê Tebaxê heya niha di navbera du qebîleyan de şer dewam dike û heya niha 31 kesan ji hev kuştine û 48 hezar kes ji ser warên xwe rabûne û koç kirine.
Rêvebiriya Afatan ya Netewî ya Ganayê (NADMO) ragihand ku şer hêjî dewam dike. Rayedar ji bo dawî li şer bînin bangî terefan dikin.
Li ser şerê her dû qebîleyan di 27ê Tebaxê de rayedar derketina derve ya kolanan qedexe kiribûn.
Ev nivîs 103 car hatiye xwendin.




