'Tirkiye bi çekdanîna PKKê re hêza xwe li hember Îran û Îsraîlê zexm dike'

PeyamaKurd – Li ser biryara xwefesihkirin û çekdanîna PKKê di weşana Middle Eeast Eye (MIE) de, analîzek hate belavkirin ku tê de behsa bandora vê biryarê li ser Iraq, Sûriye, Îran û Îsraîlê tê kirin.
MIE, vê biryarê yekî wekî serkeftina stratejîk a Enqereyê nîşan dide û dide zanîn, wê Tirkiye bi çekdanîna PKKê re hêza xwe ya herêmî zêde bike, hevalbenda PKKê Îranê lawaz bike û kûrahiya stratejîk a Îsraîlê li herêma Levantê bixe kontrolê.
‘Ji bo Enqereyê serkeftineke mezin e’
Mamosteyê xwendina bilind li Dibistana Xwendinên Ewlehiyê li King's College London, Andreas Krieg, ji Middle East Eye re gotiye; "Ez difikirim ku çekdanîna PKKê serkeftineke stratejîk a mezin e ji bo Tirkiyê, herwiha xwedî bandorên mezin e li ser Sûriyê Iraqê,"
Krieğ dibêje, "Ew herwiha hevsengiya herêmî bi aliyê Tirkiyê ve diguherîne - bi taybetî têkildarî Îran û Îsraîlê."
Têkiliya PKKê ya bi Îranê re aloz bûye
Bi rêya baskê xwe yê Îranî, Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), ev kom jî bi dehsalan li dijî Tehranê şer kir, lê di sala 2011an de agirbesta bêdem îlan kir. Lêbelê, vê yekê pêşî li hikûmeta Îranê negirt ku hewl bide pêvajoya aştiyê ya di navbera Tirkiye û PKKê de sala 2013an têk bibe.
Tirkiyê gelek caran Îran tawanbar kiriye ku çavên xwe ji manevrayên PKKê yên li nêzî sînor digire. Mînak, Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Yaşar Guler, sala borî gotibû ku ew pê şaş dimînin bê çima tevî agahdarkirinê jî Tehran li hemberî hebûna PKKê nakeve tevgerê.
Çekdanîna PKKê Îranê ji ser text radike
Di heman demê de li Iraqê, ku leşkerên Tirk li wir hatine bicih kirin da ku li dijî PKK şer bikin, Tirkiye dê ji sozdariyeke mezin a aborî û ewlehiyê ku bi dehsalan bi milyaran dolar mesref girtiye, xilas bibe.
Hinek komên PKKê, wek Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ), bi awayekî nerasterast ji aliyê Îranê ve hatine piştgirî kirin, bi meaşên ku ji aliyê paramîlîtarên Iraqî yên nêzîkî Tehranê ve hatine dayîn.
Li aliyê din YBŞ hêvî nake ku şervanên PKKê bi lez ji bingehên xwe yên li Şingalê vekişin, ku artêşa Tirk, artêşa Iraqê û hêzên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi salan e hewl didin ji wir vekişin.
Lê bi çûyîna hikûmeta Beşar Esed li Sûriyê û paşvekişîna Hizbullahê ji ber êrîşên Îsraîlê, Îran bi serdemeke nû re rû bi rû dimîne li herêmê.
Krieg dibêje; "Ev serkeftineke zelal e ji bo Tirkiyê li dijî Îranê. Bi çûyîna Esed û lawazkirina Hizbullahê, çekdanîna PKKê bi awayekî potansiyel Îranê ji ser textê radike,"
"Bi hilweşîna hemû wan eniyên, Îran şiyana xwe ya hêzê ber bi rojavayê ve winda dike, ev jî bi bandor 'koridora erdî' ya wê ya dirêj-dem ber bi Deryaya Navîn bi dawî dike."
Bandora Îsraîlê li herêmê
Bi Îsraîlê re, rewş hîn bêhtir aloz e. Hejmarek hikûmetên Îsraîlê di salên 1990'an de piştgiriya siyasî û leşkerî dane Tirkiyê li dijî PKKê û hevalbendiyeke nêz bi generalên sekûlarîst ên wê demê re ava kirine.
Lê di bin rêveberiya Serokomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan de, têkilî xerab bû û Enqere carinan Îsraîl tawanbar kir ku bi awayê nerasterast piştgirîyê dide PKKê.
Têkilî piştî şerê Xezeyê gihîştiye xaleke nizm û daxuyaniyên fermî yên Îsraîlê derbarê "Kurdan" de, bi taybetî derbarê komên girêdayî PKKê li Sûriyê de, guherîne.
Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar di meha Mijdarê de eşkere bang kir, têkiliyên nêzîktir di navbera Îsraîl û komên Kurdî de çêbibin û got ku divê welatê wî destê xwe dirêj bike ji Kurdan û kêmaniyên din ên herêmî re ku hevalbendên "xwezayî" ne.
Saar got Kurd "qurbaniyên zordestî û êrîşkariya Îran û Tirkiyê ne" û pêwîst e Îsraîl têkiliyên xwe bi wan re xurt bike. hem aliyên siyasî hem jî yên ewlehiyê hene di vê daxwazê de hene.
Tirkiye û PKK: Abdullah Ocalan kî ye?
Piştî ketina Esed di meha Kanûna 2024an de, kanala nûçeyan a gelemperî ya Îsraîlê Kan çend hevdîtinên di navbera Îsraîl û Hêzên Demokratîk ên Sûriyê (HSD) de rapor kir.
MEE di meha Kanûna borî de rapor kir ku Îsraîl plan dike Sûriyê bike çar herêm, di nav de Durzî û Kurd jî vehewîne da ku cîranê xwe qels û parçebûyî bihêle. Ev plan Tirkiyê hêrs kiriye.
Lêbelê, pêwendiyên Tirkiyê bi DYA re HSD han dane ku bi Serokomarê Sûriyê Ahmed el-Şera re peymanekê îmze bike, dev ji planên ji bo herêmeke serbixwe yan otonomî ya Kurdî li welêt berdin.
Peymana ku ji ber astengiyên navxweyî hîn nehatiye pêkanîn, herwiha daxwazek ji serokê PKKê Abdullah Ocalan dikir, ku li pey xwe bang li peyrewên xwe bike da ku dev ji daxwazên her formeke otonomiyê berdin û Ocalan jî teşwîqî wan kir ku di nav civak û siyasetên demokratîk de di nav dewletên neteweyî de beşdar bimînin.
Girîng e, çekdanîna PKKê bi awayekî potansiyel Sûriyê stabilîze bike, ji ber ku hikûmeta navendî ya Şera dê bêhtir bi cesaret tevbigere.
"Îsraîl ji paşvekişîna Îranê sûd werdigire, lê hêza Tirkiyê ya zêdebûyî nifûza Îsraîlê li Levantê bi çelengî dike," Krieg dibêje; "PKK û komên din ên Kurdî ji bo kûrahiya stratejîk a Îsraîlê li Levantê aktorên girîng bûn."
Ev nivîs 222 car hatiye xwendin.




