Li parzûngeha petrolê ya Selahedînê teqîn

Li parzûngeha petrolê ya Selahedînê teqîn

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku îro Yekşemê danê sibehê li parzûngeha petrolê ya bajarê Bêcî yê parêzgeha Selahedînê teqînek bihêz çêbû.

Piştî teqînê agir bi parzûngehê ket ku derbarê ziyanên canî de agahî nehatine parvekirin.

Hate zanîn ku teqîn di beşa berhemanîna rûn de pêk hatiye û heta niha ziyanên canî û madî yên teqînê nehatine eşkerekirin. Di derbarê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin.

Parzûngeha Bêcî yek ji parzûngehên sereke yên Iraqê ye. Di sala 1978an de hatiye avakirin.

130 kîlometre dikeve bakurê Bexdayê û ji sêyan yekê berhemê nefta navxwe ya Iraqê li vê parzûngehê tê hilberandin.

Ev nivîs 116 car hatiye xwendin.