Serokê berê yê Amerîkayê Biden bi nexweşiya penceşêrê ket!

Serokê berê yê Amerîkayê Biden bi nexweşiya penceşêrê ket!

PeyamaKurd – Serokê berê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Joe Biden bi nexweşiya pençeşêra prostatê ket.

Ji aliyê nivîsgeha Biden ve daxuyaniyek nivîskî derbarê rewşa tenduristiya wî de hat dayîn.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Biden bi nexweşiya penceşêra prostatê ketiye, ku wekî "êrîşkar" hatiye binavkirin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Biden hefteya borî piştî dîtina nîşanên mîzê û girêkek prostatê ji aliyê bijîşkan ve hatiye muayenekirin û roja Înê 16ê Gulana 2025an de pençeşêra prostatê lê hatiye teşhîskirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku puana Biden li gorî pûana Gleason 9 bû, ku li gorî pîvana ji 1 heta 10an xuyangbûna şaneyên penceşêrê dipîve.

Her wiha bi raya giştî re hate parvekirin ku Biden bi malbata xwe re li ser vebijarkên dermankirinê nîqaş kiriye û ew ê di demek nêzîk de dest bi dermankirinê bike.

Ji aliyekî din ve, Serokê Amerîkayê Donald Trump di daxuyaniyekê de ku li ser hesabê xwe yê Truth Social da, ji Biden re hêviya başbûneke bilez kir.

Trump di daxuyaniyekê de got, "Ez û Melania ji ber teşhîsa bijîşkî ya dawî ya Joe Biden pir xemgîn bûn. Em ji Jill û malbata wê re silavên xwe yên herî germ û çêtirîn pêşkêş dikin û ji Joe re başbûnek bilez dixwazin."

 
Ev nivîs 40 car hatiye xwendin.