Nêçîrvan Barzanî û Pizişkiyan pêşxistina têkiliyan gotûbêj kirin

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ku ji bo beşdarî Foruma Diyalogê ya Tehranê bibe li Îranê ye, bi Serokomarê Îranê Mesûd Pizişkiyan re civiya.
Nêçîrvan Barzanî derbarê civînê li ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir û got: "Me tekezî li ser pêşvebirina pêwendiyên dualî û firehkirina hevkariya hevbeş ên Komara Îslamî ya Îranê li gel Iraq û Herêma Kurdistanê di hemû waran de kir."
Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir, "Me geşedanên dawî yên herêmê bi giştî nirxandin û li ser girîngiya parastina aramî û hevkariya berfireh li ser bingeha berjewendiyên hevbeş hevnêrîn bûn."
Nêçîrvan Barzanî, herwiha di paneleke taybet li "Foruma Diyalogê ya Tehranê" axivî û got, "Pêwendiyeke dîrokî ya me bi Komara Îslamî ya Îranê re heye, ev pêwendî roj bi roj li pêş dikevin. Îran welatê yekem bû ku di dema şerê DAIŞê de alîkariya Herêma Kurdistanê kir."
Ev nivîs 195 car hatiye xwendin.




