Ji ber barana kêm genimê Duhokê ji sedî 40 kêm bûye

PeyamaKurd - Ji ber barîna kêm a baranê û hişkesaliyê, ji sedî 40 zêdetirê berhemê genimê cotkarên parêzgeha Duhokê ziyan dîtine. Rêveberiya Çandiniyê ya Duhokê ji bo ku zevî ji hişkesaliyê werin rizgarkirin, elektrîka zêdetir daye cotkaran.
Cotkarên devera Duhokê dibêjin, barana kêm ya îsal bûye sedem ku genimê wan wek pêwîst hêşîn nebe. Cotkarekî nêzîkî 10 milyon dînar ziyan dîtiye, ji ber ku genim û gubre kirîbû û heqê traktorê dabû. Bi giştî, berhemê genimê salên borî gelek baştir bû, îsal piraniya cotkaran ziyan dîtine.
Heta niha li parêzgeha Duhokê nêzîkî 300 mîlîmetre baran bariye, di demekê de ku heman dema sala borî, nêzîkî 1000 mîlîmetre baran barîbû. Li gorî pîvanên Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, her salek ku kêmtirî 350 mîlîmetre baran bibare, ew sal wek 'hişkesalî' tê binavkirin.
Li parêzgeha Duhokê genim li ser rûberê 945 hezar donim zevî hatiye çandin, lê tenê 345 hezar donim ji vê zeviyê hatiye avdan. Li gorî vê yekê, tê texmînkirin ku nêzîkî 100 milyar dînar ziyan bigihêje cotkarên parêzgehê.
Berhemê genimê sala borî yê parêzgeha Duhokê nêzîkî 400 hezar ton bû, lê ji ber kêmbaraniyê, tê pêşbînîkirin ku berhem îsal ji sedî 40 kêm bibe.
Ev nivîs 106 car hatiye xwendin.




