Li Sûriyê komîteya windayên rejîma berê tê avakirin

Li Sûriyê komîteya windayên rejîma berê tê avakirin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Hikûmeta Sûriyê ji bo dîtina windayên dema rejîma Beşar Esed, Komîteya Niştimanî ava dike.

Serokatiya Sûriyeyê ragihandiye ku Serokomarê Sûriye Ehmed Şera fermanek îmze kiriye ku taybet e bi damezrandina komîteyeke serbixwe ya niştimanî ji bo windayan.

Hate diyarkirin ku erkê vê komîteyê lêkolîn û dîtina çarenivîsa windayan e û dê rayedarên Sûriyê di vê komîteyê de dosyeyan tomar bikin û hewl bidin piştgiriya yasayî û mirovî ji bo malbat û kesûkarên windayan dabîn bikin.

Li gorî fermana ku Şer îmze kiriye, komîte, ji aliyê darayî û birêvebiriyê ve serbixwe ye û li seranserê Sûriyê wê kar bike.

Ev nivîs 130 car hatiye xwendin.