Li Şingalê goreke din a komî hate dîtin

Li Şingalê goreke din a komî hate dîtin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li Şingalê goreke din a komî hatiye dîtin ku hestiyên hejmarek Êzidiyan tê de ye.

Li gorî çavkaniyên herêmê, goreke komî li navçeya Qendîlê ku çend kîlometreyan ji navenda Şingalê dûr e hatiye dîtin ku hejmarek rûfatên êzidiyan tê de hene.

Tê pêşbînîkirin qurbaniyên wê gora komî Tebaxa 2014an qurbaniyên êrîşên rêxistina terorîst DAIŞê ne. Heta niha bi dehan gorên komî li Şingal û derdora hatibûn dîtin ku DAIŞê komkujî li Kurdên Êzidî yên wê herêmê kiribû.

Ji aliyên pêwendîdar ên parêzgeha Nînova û hikûmeta Iraqê hatiye xwestin ku tîmên taybet ji wê gora komî re bişînin û lêkolînê di wê derbarê de bikin.

Ev nivîs 176 car hatiye xwendin.